olay reklam sol
ufuklar koleji sol
Şanlıurfa
18 Ekim, 2024, Cuma
  • DOLAR
    34.07
  • EURO
    37.74
  • ALTIN
    2733.2
  • BIST
    9833.22
  • BTC
    57623.74$
olay köşe yazısı üstü

EZ QELANDİM

14 Temmuz 2022, Perşembe 13:32

Wê çelengê, navbidengê
Jê hêvîbim heta kengê
Gava min dît hema hingê
Ez qelandim , dil heland

Rû zelalê, bêhevalê
Cindîyê, rind û delalê
Rêveçûna  Karxezalê
Ez qelandim , dil heland 

Weke silan her çer milan
Ez kuştim bi derd û kulan
Kulilka naw baxê dilan
Ez qelandim , dil heland

Ewê dînê , bi vê jînê
Serîhildana evînê
Weke Ferhad û Şirînê
Ez qelandim , dil heland

Qencîkarê , qencîdarê
Kulilka heyva Adar'ê
Têr nabim ez ji dîdarê
Ez qelandim , dil heland

Kofîrazê, gerden gazê
Serbilind û serfirazê
Bi vê şopê , bi rêbazê
Ez qelandim , dil heland

Mihrîban e gelek xoş e
Bêrîvan e pez didoşe
Bûye agir min dosoje
Ez qelendim , dil heland

Can û zinde , gelek rind e
Hem li serve , hem li binde
Di naw koçka dilê minde
Ez qelandim , dil heland 

Kul û birîn , Lew sincirîn
Keser û axîn û girîn
Tevlihevbûn tal û şirîn 
Ez qelandim , dil heland

Xwînşirînê , nazenînê
Çend veşêrim tê zanînê
Wek evîna Mem û Zin'é
Ez qelandim , dil heland

Dêmê gulî , diçilvilî
Kesk û sor û zer xemilî
Doz û daxwaza vî dilî
Ez qelandim , dil heland

Nav Welat' ê , dil polatê
Xec'a Sîpanê Xelat' ê
Nazdara Dîcle - Firat' ê
Ez qelandim , dil heland.

Yorum Yazın

E-posta hesabınız sitede yayımlanmayacaktır. Gerekli alanlar ile işaretlenmişdir.

Facebook Yorum